Beşdariya gelê mezin ê Îranê li Çilla rêberê şehîd
Tebax 18, 2026 18:46 Asia/Tehran
Merasima rêzgirtina li çillê Rêberê şehîd ê Îranê li Têhranê hat lidarxistin.
Ev merasim hevdem di gel Têhranê li seranserê Îranê jî hat lidarxistin. Merasima rêzgirtina li Çillê rêberê mucahid ê şehîd li Musellaya Têhranê bi beşdariya gel hat lidarxistin. Ji bilî gel, hejmareke zêde ji berpirsên welêt û rayedarên leşkerî jî beşdarê vê merasima manewî ya tijî fêyz bibûn.
Merasima rêzgirtina li rêberê mucahid ê şehîd sibê û dusibe şevê jî li Qom û Meşhedê û bajarên din berdewam dike. Beşdariya girseyî û hemasî ya gel li seranserê Îranê li merasimên rêzgirtina ji çilla Rêberê Mucahid ê Şehîd, nîşana nûkirina peymanên gelê Îranê bi armancên şehîd û dewama rêya wî ya bi şan û şeref e.
Serepeyv