Serleşker Îzedî: Destê dijmin negihîşt pîşesaziya me ya navokî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359702-serleşker_Îzedî_destê_dijmin_negihîşt_pîşesaziya_me_ya_navokî
Cîgirê Serfermandê Sipahê got: Dijmin armancên xwe bidest nexist û nekariye bighîşe pîşesaziya navokî ya welêt.
(last modified 2026-08-18T14:58:40+00:00 )
Tebax 18, 2026 18:28 Asia/Tehran
  • Serleşker Îzedî: Destê dijmin negihîşt pîşesaziya me ya navokî

Cîgirê Serfermandê Sipahê got: Dijmin armancên xwe bidest nexist û nekariye bighîşe pîşesaziya navokî ya welêt.

Serleşker Îzedî pîlana dijmin li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist û got: Dijmin bi armanca hilweşandin, parvekirina Îranê û derbeya li şiyana berevanî û navokî hat qadê lê di van armancan de işkest xwar.Îzedî tekez kir xebata navokî, zanistî û pêşketina welêt dê bi hêzeke zêde berdewam bike û Komara Îslamî ya Îranê bi palpiştiya gel û zirûfên nvaxweyî, dê li himberî zextan raweste.Cîgirê Serfermandê Sipahê her wiha bal kişand ser şiyanên hêzên çekdar û got qaweta mûşekî, berevaniya esmanî û serdestbûna li ser tengerêya Hormizê, şiaya bergîriyê ya Îranê zêde kiriye. 

Cîgirê Serfermandê Sipahê baweriya li armanc û palpiştiya gel ji hegerên herî giring ên serkeftina Şoreşa Îslamî da zanîn û destnîşan kir: Îmamê me yê şehîd îman û baweriyeke kûr li rawestan û brxwedana  li himberî dijminan hebû û Rêberê Şoreşê jî baweiya xwe bi gel û şiyanên wan heye û her vê baweriyê, zemîne jibo serkeftina li bereyên curbicur xweş kir.