Berteka Tirkiyê li hember boykota Yekitiya Ewrûpayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319748-berteka_tirkiyê_li_hember_boykota_yekitiya_ewrûpayê
Wezareta karên derve yê Tirkiyê li hember zêdekirina şîrketa deryayî ya vî welatî li lîsteya boykotên Yekitiya Ewrûpayê berek nîşan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2020 14:03 Asia/Tehran
  •  Berteka Tirkiyê li hember boykota Yekitiya Ewrûpayê

Wezareta karên derve yê Tirkiyê li hember zêdekirina şîrketa deryayî ya vî welatî li lîsteya boykotên Yekitiya Ewrûpayê berek nîşan da.

 Wezareta derve ya Tirkiyê li daxûyaniyekê ragehand ku xistina navê şîrketa veguhestina deryayî ya vî welatî  di lîsteya boykotên Yekitiya Ewrûpayê de tu qet girîng nîne.

 Li dewama  daxûayniya vê wezaretxanê de hatiye ku ger YE li dû ewlehiya li navçê be divê pêştir bo kiryarên xwe bi tirkiyê re bişêwire. 

 Duh duşemiyê li civîna rojnamevaniyê ya konseya peywendiyên derve  ya Yekitiya Ewrûpayê li Brukselê, Cozêf Borêl, nunerê pilebilind ê karên derve û siyaseta  ewlehiyê ya Yekitiya Ewrûpayê ragehand ku  vê yekitiyê ji ber binpêkirina boykota çek û sîelhî ya NY li dijî Lîbyayê şîrketeke Tirkiyê boykot kiriye. 

 Pêştir Cozêf Borêl kiryarên Tirkiyê li rojhilata Medîteranê yekalîtîşopî dabû zanîn û li bara amadekirina pakêteke boykotê li dijî Enqerê agahî dabû.