-
Lêkolerê ku navên resen ên li Kurdistana Tirkiyê dinexişîne
Çirî 16, 2020 16:17Lêkolîner Mordem Zel ku navên rasteqîn ên bajar, gund, çem û çiyayên Kurdistana Tirkiyê li nexşeyê dinexişîne, diyar kir ku navê gundên 100 navçe û bajaran berhev kiriye û got: “Armanca min ew e ku nexşeyan temam bikim û pişt re jî wek ansîklopediyekê bidim çapkirin.”
-
Jinên Bidlîsê dest bi berhevkirina titûnê kirin
Çirî 16, 2020 19:34Li Bidlîsê berhevkirina tûtinê ya ku ji bo debara gel gelekî girîng e dest pê kir.
-
Kalikê Halîl bi salan e ji heriyê dîz û kuzan çêdike
Çirî 16, 2020 19:32Halîl Bozkurtê 75 salî yê li Mazgîrta navçeya Dêrsîmê dijî di zaroktiya xwe hînî çêkirina dîzan bû û ligel emrê xwe hê bi dilhezî heman karî didomîne.
-
Şirnex; Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
Çirî 16, 2020 09:58Xeyrî Demîr ê ku 30 sal in li navçeya Basa hesinkariyê dike, ji bo ku hesinkarî neyê jibîrkirin û tune nebe, hewl dide vê pîşeya kevnare derbasî nifşên nû bike.
-
Almanya, Fransa û Polonyayê daxuyaniyeke hevpar derbarê tevgerên Tirkiyê li Rojhilata Deryaya Sipî dan
Çirî 16, 2020 07:33Welatên Almanya, Fransa û Polonyayê roja Pêncşemiyê bi dayîna daxuyaniyeke hevpar ji Tirkiyê xwestin ku kêşeyê li Rojhilata Deryaya Sipî kêm bike.
-
Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne
Çirî 16, 2020 06:06Stenboliyan bal kişand ser zemên tên kirin û fatûreyên ji ber zeman zêde bûne û gotin, ji zexîre heya tenduristiyê, ji perwerdehiyê heya hêwirandinê ji her tiştî kêm kirine lê cardin jî nikarin debara xwe bikin.
-
Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin
Çirî 16, 2020 06:05Li Wanê ji Mijdara 2016'an heya niha lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Parêzer Mahmût Kaçan têkildarî biryara qedexeyê got: "Der barê Wanê de biryar ji jor de tên girtin. Ev biryar ne biryarên ku di înîsyatîfa walî de bin e."
-
Tirkiye- 66 kesên din bi Koronayê mirine
Çirî 15, 2020 20:08Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 66 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine û jimara miriyan li seranserî Tirkiyê gihiştiye 9 hezar û 80 kesî.
-
Reuters: Tirkeye amadekariya ceribandina mûşekên S-400 dike
Çirî 15, 2020 20:02Ajansa Reuters îro roja pênceşmê belavkiriye ku Tirkiye biryara sînordarkirina qadên esmanî û yên deryayî li herêma Derya Reş da ku ceribandina sîstema S-400 ya Rûsî bike.
-
Li Colemêrgê hêzên Tirkiyê 22 welatiyên Kurd desteser kirin
Çirî 15, 2020 17:54Li parêzgeha Colemêrgê ya Başûrê Rojhilatê Tirkiyê, 22 welatiyên Kurd desteser kirin.