Gotûbêja telefonî ya Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359696-gotûbêja_telefonî_ya_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_tirkiyê
Wezîrê Karên Derve yên Îran û Tirkiyê di gotûbêjeke telefonî de dawîn alûgurên navçeyê û pêvajoyên dîplomatîk ên niha nirxandin.
(last modified 2026-08-18T14:16:48+00:00 )
Tebax 18, 2026 17:42 Asia/Tehran
  • Gotûbêja telefonî ya Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkiyê

Wezîrê Karên Derve yên Îran û Tirkiyê di gotûbêjeke telefonî de dawîn alûgurên navçeyê û pêvajoyên dîplomatîk ên niha nirxandin.

Wezîrê Karên Derve yên Îranê di gotûbêja digel Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê de tevî şirovekirina dawîn rewşa gotûbêjên dualî yên Îran û Umanê li bara diyarkirina rêya guncaw jibo hatin û çûyîna ewleh a gemiyan ji tengerêya Hormizê, tekezî li ser vîna Îranê jibo dewama vê pêvajoyê tekez kir. Her du aliyan dawîn alûgurên navçeyê û pêvajoyên dîplomatîk ên niha nirxandin û li bara pêwîstiya dewama hewldanên siyasî û dîplomatîk jibo rêveberiya rewşê, girtina pêşiya gurrbûna nakokiyan û xurtkirina aramî û ewlehiya navçeyê gotûbêj kirin.