Kalikê Halîl bi salan e ji heriyê dîz û kuzan çêdike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320479-kalikê_halîl_bi_salan_e_ji_heriyê_dîz_û_kuzan_çêdike
Halîl Bozkurtê 75 salî yê li Mazgîrta navçeya Dêrsîmê dijî di zaroktiya xwe hînî çêkirina dîzan bû û ligel emrê xwe hê bi dilhezî heman karî didomîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2020 19:32 Asia/Tehran
  •  Kalikê Halîl bi salan e ji heriyê dîz û kuzan çêdike

Halîl Bozkurtê 75 salî yê li Mazgîrta navçeya Dêrsîmê dijî di zaroktiya xwe hînî çêkirina dîzan bû û ligel emrê xwe hê bi dilhezî heman karî didomîne.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Bozkurtê li bajaroka Akpazarê dijî û di zaroktiya xwe da meslek hîn bû piştî ku bû hoste kêmzêde 50 sal e li ser dezgeha xwe karê xwe didomîne.

Bozkurtê şeveqê zû radibe û diçe dezgeha xwe beriya dest bi kar bike axa ku ew ê têxe herî bi çakûç va hûr dike, li bêjingê dixe.

Bozkurt axa hûr bi avê hasil dike, derbasî ser dezgehê xwe dibe, bi ligê xwe torneyê dizivirîne û bi destan jî şikil dide heriyê.

Bozkurt dîz, dîzik, meşk û kûzên avê yên çêdike qasî demekê hişk dike û paşê diavêje firinê ku saxlem bibin.

 

Bozkurtê bi ked û hostetiya xwe tê teqdîrkirin amûrên xwe difroşe Elezîz û bajarên din.