-
Erdogan gef xwar destwerdana leşkerî li Şingalê bike
Çile 22, 2021 13:13Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gef xwar, ku Tirkiye dê ji bo derxistina PKKê operasyonekê li qezaya Şingalê bike.
-
Parlamenterê AKPê Mîroglu: Joe Biden Kurd e û ji eşîra Birûkî ye!
Çile 22, 2021 16:23Parlamenterê AKPê yê Mêrdînê, Orhan Mîroglu di derbarê Serokomarê Amerîkayê yê nû Joe Biden de îdiayek balkêş kir û ragihand, wî ji dostekî xwe yê Kurd bihîstiye ku “Biden ji malbateke Kurd û ji eşîreta Birûkî ye.”
-
PKK: Li Şemzînanê 6 leşker hatin kuştin
Çile 22, 2021 06:46Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand ku şervanên wê li dijî qereqola Newa ya li Şemzînanê êrişeke sabotajê lidarxistin û di çalakiyê de 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
-
Berteka Tirkiyê li hemberî berfirehkirina peravan ji aliyê Yûnanê va
Çile 21, 2021 15:09Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê hewildana Yûnanê jibo berfirehkirina sînorên xwe yên deryayî bo 12 maylan jibo bandordanîna li ser Deryaya Egeyê bêbandor da zanîn.
-
Meletî - Qismekî Sûlava Gunpinarê cemed girt
Çile 21, 2021 03:40Qismekî mezin ê Sûlava Gunpinarê ya li Darendeya navçeya Meletiyê ji ber hewaya sar a li herêmê bi tesîr e, cemed girt.
-
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de ji ber Koronayê 159 kes mirin
Çile 21, 2021 03:40Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 168 hezar û 894 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 435 kes pozîtîf derketin, 159 kesan canê xwe ji dest da.
-
MÊRSÎN - Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
Çile 21, 2021 03:40Li ser dezgehan kîloya firingiyan 6-8 lîre ye. Lê belê hilberîner kîloya firingiyan bi lîreyek û 30 qurişî difiroşin. Hilberîneran anîn ziman ku ji ber maliyetê zêde dibin, marja wan a qezenckirinê jî kêm dibe.
-
Anthony Blinken: Enqere ne wekî hevalbendeke NATO`yê tev digere
Çile 20, 2021 20:35Namzetê ku serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden ji bo wezîrtiya karên derve hilbijatiye Antony Blinken, dewleta Tirkiyê rexne kir û got ne wekî hevalbendeke NATO’yê dixebite, her wiha îşaret bi ferzkirina cezayên li ser Enqerê kir ku sîstema S-400 a Rûsyayê kiriye.
-
HDP: Li dijî dagirkirina Efrînê em dengê xwe bilind bikin
Çile 20, 2021 20:27HDP'ê ragihand ku li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî dagirkirina Efrînê û herêmên din, her wiha li hemberî sûcên şer hemûyan dengê xwe bilind bike.
-
Atînayê nerazîbûnê nîşanî bêdengiya Almanyayê ya li dijî Tirkiyê da
Çile 20, 2021 20:12Parlementerê Yewnanistanê û Wezîrê Karên Derve yê berê Dora Bakoyanî ji ber bêdengiya Almanyayê ya li hemberî gefên hikumeta Tirkiyê xwest bila Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Maas daxuyaniyekê bide.