Lavrov: Amerêkayê roleke mezin di êrişên Ûkrayê ser Rûsiyê heye
Tebax 14, 2026 18:05 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê got: Amerîka di êrişên Ûkraynê dijî Rûsiyê, bi taybet êrişên ser kûratiya axa vî welatî û armancên sivîl roleke pirr mezin hebûye.
Sêrgêy Lavrov amajeyî raberkirina agahiyan ji aliyê Waşîngtonê ve bo Kiyêvê kir û ragihand Mosko di vî warî de ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xwestiye ku vê mijarê rave bike û li benda bersivê ye. Lavrov herwiha pêgîrî kir ku Mosko hewldanên xwe bona ji navbirina her cûre amadekariya welatên rojavayî ji bo artêşa Ûkraynê zêde dike. Wezîrê karên Derve yê Rûsiyê destnîşan kir: Em ê şêwazên xwe pirr dijwartir bikin ta ku her tiştekî ku alîkariyê dide şerrê Kiyêvê ji nav bibin. Em nika jî vî karî dikin.
Serepeyv