-
Li Tirkiyê 159 kes bi Koronayê mirin
Çile 20, 2021 15:15Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 435 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 159 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
-
Wezîrê Derve yê Nû yê Amerîkayê bal kişand ser pêkanînên li dijî Tirkiyê ji ber kirîna S-400
Çile 20, 2021 08:30Wezîrê Karên Derve yê Nû yê Amerîkayê Antony Blînken ku wê îro dest bi wezîfeyê bike, diyar kir ku wê kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve qebûl nekin û pêkanînan binirxînin.
-
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 164 kes ji ber Kovîd-19ê mirin
Çile 19, 2021 09:56Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 151 hezar û 342 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 5 hezar û 862 kes pozîtîf derketin, 1645 kesan canê xwe ji dest da.
-
Çewlig - Rêya 288 gundan hat girtin
Çile 18, 2021 16:18Li Çewligê berf û bagerê rêya 288 gundan girt.
-
Li seranserê Tirkiyê qedexeya derketina derva qediya
Çile 18, 2021 16:18Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyê di 15ê çileya paşîn roja inê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.
-
Li Tirkiyê - Berf û bagerê rêya 93 niştewarên Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê girt
Çile 18, 2021 08:12Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê berf û bagerê rêya 93 niştewaran girt.
-
Ji keştiya ku li Behra Reş binav bû 6 kes sax hatin xelaskirin
Çile 18, 2021 08:11Waliyê Bartinê yê Tirkiyê Sînan Guner: "Heta niha 6 kes hatin xelaskirin. Ji muretebatan cesedê 2 kesan jî hat dîtin."
-
Li Idlibê di encama êrişa ser bargeha artêşa Tirkiyê de 3 leşker hatin kuştin
Çile 17, 2021 06:44Li bakurê Idlibê, li baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyêr hate xistin ku di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
-
Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
Çile 16, 2021 14:08Ji ber barîna berfa zêde ya li navçeya Pilûra Dersimê, dîmenên xweşik derketin holê.
-
Golemêrg - Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
Çile 16, 2021 05:18Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 289 gund û wargehan hat girtin.