Anthony Blinken: Enqere ne wekî hevalbendeke NATO`yê tev digere
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323384-anthony_blinken_enqere_ne_wekî_hevalbendeke_nato_yê_tev_digere
Namzetê ku serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden ji bo wezîrtiya karên derve hilbijatiye Antony Blinken, dewleta Tirkiyê rexne kir û got ne wekî hevalbendeke NATO’yê dixebite, her wiha îşaret bi ferzkirina cezayên li ser Enqerê kir ku sîstema S-400 a Rûsyayê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2021 20:35 Asia/Tehran
  • Anthony Blinken: Enqere ne wekî hevalbendeke NATO`yê tev digere

Namzetê ku serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden ji bo wezîrtiya karên derve hilbijatiye Antony Blinken, dewleta Tirkiyê rexne kir û got ne wekî hevalbendeke NATO’yê dixebite, her wiha îşaret bi ferzkirina cezayên li ser Enqerê kir ku sîstema S-400 a Rûsyayê kiriye.

Anthony Blinken dewleta Tirkiyê rexne kir û diyar kir ku Enqere ku endama NATO`yê ye, wekî ku ne endama vê hevalbendiyê be, dixebite.

Li gorî  Reutersê wezîrê nû gefa ferzkirina hin cezayên din ên li ser dewleta Tirkiyê xwar, ji ber ku dewleta Tirkiyê sîstema parastina asîmanî ya S-400 a Rûsyayê kiriye.