PKK: Li Şemzînanê 6 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand ku şervanên wê li dijî qereqola Newa ya li Şemzînanê êrişeke sabotajê lidarxistin û di çalakiyê de 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê li ser êrişa xwe ya ku 19’ê Çileyê li Şemzînanê hate lidarxistin daxuyaniyek weşand û tê de ragihand: ”Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hêzên me 19’ê Çileyê saet di 08:00 de li herêma Gerdiya ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî qereqola Newayê êrişeke sabotajê ya serketî li dar xistin.
PKKê herwiha diyar kir ku hêzên wê piştî ku hêzên Tirkiyê li qereqola Newayê ji bo demekê şopandin, xistin bin kontrola xwe. Hêzên PKKê ku tespît kirin, hêzên tirk bi roj diçin nîzamiyeyê, bi şev jî jê derdikevin, teqemenî li vê çepera wan bi cih kirin. Piştre jî 6 leşker hatin li vê çeperê bi cih bûn. Hêzên PKKê jî teqemeniya ku bi cih kiribûn teqandin û ew 6 leşker kuştin.
Artêşa Tirkiyê piştî çalakiya PKKê bi dehan wesayitên sivîl û zirxî hatin cihê bûyerê û kuştiyên xwe ji herêmê birin. Li cihê çalakiyê jî dest bi operasyonê kirin. Ev operasyon heman rojê saet di 16:00 de bê encam ma.”