-
Erdogan: Divê Amerîka ji Sûriye û Iraqê derkeve
Îlon 27, 2021 09:03Serkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan ragihand, pêwîst e Amerîka ji Sûriyê û Iraqê jî vekişe û ji Amerîka xwast ji kurdan û Tirkiyê yekê hilbijêre!
-
Dîsa bihaya lîreyê Tirkî li hember Dolarê Amerîkayê daket
Îlon 27, 2021 11:35Li Tirkiyê piştî ku Banka Navendî rêjeya faîzê (sûda bankî) 1 puan daxist, bilindbûna dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî berdewam kitr. Dolar îro li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gihişt 8.89 lîreyê Tirkî.
-
Kabîneya Tirkiyê ji bo hilkolandina Koronayê, Efxanîstan, Sûriye û tekoşîna dijî terorê dicive
Îlon 27, 2021 10:47Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, piştî 3 hefteyan îro li Enqerê dicive. Di rojeva Kabîneyê de ji bilî Korona, Afxanîstan, Sûriye û “tekoşîna dijî terorê” hene.
-
Babacan: Danîna qeyûman li bajarên piranî Kurd nîşan dide ku pirsa Kurd heye
Îlon 27, 2021 06:50Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşkeftinê (DEVA) Ali Babacan rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan girtin û got ku deshilata niha pirsgirêka wê ya neqebûlkirina pirsgirêkan heye. Babacan herwiha got: “Eger desthilat dixwaze bizane pirsa Kurd heye yan na, divê ji Kurdên vî welatî pirsyar bike. Eger li wan bajarên piranî Kurd in serokên şaredariyan bên dûrxistin û qeyûm li şûna wan bê danîn wate meseleyek heye.”
-
Serokê Parlimana Tirkiyê çû Qezaqistanê
Îlon 26, 2021 16:04Serokê Parlimana Tirkiyê hevrê digel hin parlementerên vî welatî berê xwe da Nûrsiltana paytexta Qezaqistanê.
-
Mizgîniya Zivistanê; Li navçeyên bilind ên parêzgeha Erdexanê berf bariya
Îlon 26, 2021 09:58Li parêzgeha Erdexanê ya Tirkiyê berfeke zêde bariya û li hinek cihan trafîk rawestiya.
-
Lîra Tirkiyê ketiye nizmatiyeke dîrokî
Îlon 26, 2021 05:40Nirxa diravê neteweyî yê Tirkiyê bi biryara çaverênekirî ya banka navendî ya vî welatî jibo kêmkirina sûdê, ketiye kêmtirîn bihaya xwe ya dîrokî.
-
Berfê serê Çiyayê Sîpanê xemiland
Îlon 25, 2021 15:05Li Çiyayê Sîpanê ser bi navçeya Elcewaza Bedlîsê berfa yekem a îsal bariya û xweza bi rengê spî xemilî.
-
Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû
Îlon 25, 2021 15:01Li parêzgeha Wanê ya Tirkiyê ji ber barana zêde li çend gundan lehî rabû û mal û dikanên xelkê di bin avê de man.
-
HDPê di bersiva Erdogan da: Ya hatiye çareserkirin ne Pirsa Kurd e bixwe desthilatdariya we ye
Îlon 24, 2021 19:03Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay derbarê nîqaşên muhatabê Pirsa Kurd axivî û diyar kir ku Pirsa Kurd piraliye û di çareserkirinê de nabe ku rola Serokê PKKê Abdullah Ocalan neyê dîtin û bo Erdogan got “Ya hatiye çareserkirin ne Pirsa Kurd e bixwe desthilatdariya we ye."