Erdogan: Divê Amerîka ji Sûriye û Iraqê derkeve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329094-erdogan_divê_amerîka_ji_sûriye_û_iraqê_derkeve
Serkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan ragihand, pêwîst e Amerîka ji Sûriyê û Iraqê jî vekişe û ji Amerîka xwast ji kurdan û Tirkiyê yekê hilbijêre!
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2021 12:33 Asia/Tehran
  • Erdogan: Divê Amerîka ji Sûriye û Iraqê derkeve

Serkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan ragihand, pêwîst e Amerîka ji Sûriyê û Iraqê jî vekişe û ji Amerîka xwast ji kurdan û Tirkiyê yekê hilbijêre!

Erdogan ku çend roj beriya niha ji bo beşdariya di civîna Netewên Yekbûyî de li New Yorkê bû, roja 24ê Îlonê hevpeyvînek bi kanala televîzyonî ya CBS a Amerîkî re pêk anî û têde derbarê têkiliyên Enqere-Waşingtonê, pirsgirêkên di navbera herdu welatan de, rewşa Sûriyê û deverên kurdî yên Sûriyê û piştgiriya Amerîkayê bo HSDê û rewşa Efxanistanê û hin mijarên din de axivî.

Erdogan di vê hevpeyvînê de behsa hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê û Iraqê dike û di bersiva pirsa ‘gelo hûn dixwazin 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyê bimînin an derkevin’ dibêje, “Divê Amerîka ji Sûriyê û Iraqê derkeve çawa ku ji Efxanistanê derket.”

Bi gotina Erdogan, mana Amerîka di navçeyê de ti wateyekê ji bo aştiyê nahêle û divê xelkê navçeyê bi xwe biryarê li ser rêvebirina navçeyên xwe bidin.

Eva di rewşekê de ye ku artêşa Tirkiyê bi xwe gelek ji deverên Sûriyê û bakura Iraqê dagir kirine û jê dernakeve û bona dagirkeriye zêde hewldide gişt berbendên ser riya xwe ji holê rake.

Serkomarê Tirkiyê di beşeke din a axavtinên xwe de amaje bi wê yekê kiriye, ku hem Amerîka û hem Tirkiye endamên NATOyê ne û ji îdareya Waşingtonê xwestiye, biryara xwe bide ka li gel rêxistinên PKK, PYD û YPGê kar dike yan li gel Tirkiyê.

Têkildarî man an derketina hêzên Tirkiyê ji Sûriyê jî, Erdogan destnîşan dike, “Bi ti awayî em li cihekê namînin ku xelkê wê me nexwaze.”

Serkomarê Tirkiyê behsa plana welatê xwe bo avakirina xaniyan li bakurê Sûriyê jî kir û got, ew niha 100 hezar xaniyan li Sûriyê ava dikin, ji bo wan malbatên Sûrî yên ji mal û halên xwe hatine derxistin