-
Hewldan ji bo desteserkirina 46 leşekeriyan li 21 bajarên Tirkiyê
Çirî 05, 2021 06:24Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, derbarê 46 leşkeriyên ku tê îdiakirin endamên “Cemaeta Fethulah Gulen” in biryara desteserkirinê da û ji ber vê yekê, îro li 21 bajaran hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê dest bi operasyonê kirin.
-
Tetbîqata leşkerî ya Tirkiye û Komara Azerbaycanê li Nexcewanê
Çirî 04, 2021 10:07Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala lidarxistina tetbîqata leşkerî ya hevpar digel Komara Azerbaycanê li Nexcewanê kir.
-
Erdhejeke bi pileya 4.3 li Tirkiyê qewimî
Çirî 03, 2021 16:06Erdhejeke bi mezinahiya 4.3 parêzgeha Bordora Tirkiyê hejand.
-
Amerîkayê careke din gef li Tirkiyê xwar
Çirî 02, 2021 19:21Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman li ser kirîna çekên ji Rûsî gef li Tirkiyê xwar û got ”Eger Tirkiye ji Rûsyayê zêdetir çekan bikire, dê peywendiyên di navbera wan de bikevin bin metirsiyê.”
-
Kalin: Hebûna Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye
Çirî 02, 2021 09:29Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalînîdia dike ku hebûna hêzên Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ne dagirkerî ye û mafê wan e wek çawa mafê Amerîka û Rûsya ye derbasî wî welatî bibin.
-
Enqere ji ber ku Amerîkayê koma tundrew a "Gurên Gewr" wek terorîst daye nasandin nerzîbûn nîşan da
Çirî 02, 2021 06:41Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê rexne li plana Meclisa Nûneran a Amerîkayê ya ragihandina koma nijadperest a "Gurên Gewr" wek terorîst, girt.
-
Erdogan ji parlamentê daxwaza destûreke bingehîn a nû kir
Çirî 01, 2021 21:04Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di civîna îro ya parlamenta welatê xwe de daxwaz ji parlamentê kir, ji bo sala 2023an destûreke bingehîn a nû amade bike.
-
Senatorên Amerîkayê ji Biden xwestin ku hesabê ji Erdogan bixwaze
Çirî 01, 2021 19:19Senatorên demokrat û komarparêz ji serokomarê Amerîkayê Joe Biden xwestin ku hesabê ji serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bixwze ji ber hewldanên dewleta Tirkiyê ku Kurdan ji mafên wan bê par dihêle, pirengiya siyasî ya li welêt sînordar dike û desthilatê bi rêbazên nedemokratîk ava dike.
-
Meclisa Konseya Ewropayê: 'Dewleta Tirkiyê çeteyên sûrî şandin Komara Azerbêcanê'
Çirî 01, 2021 06:35Meclisa Parlamantê ya Konseya Ewropayê piştrast kir ku dewleta Tirkiyê sala borî çeteyên sûrî şandin Komara Azerbêcanê da ku beşdarî şerê li dijî Ermenistanê bibin.
-
Civîna Putîn-Erdogan; ‘Nabe terorîstek jî li Idlibê bimîne’
Çirî 01, 2021 05:50Berdevkê Kremlinê dibêje, di civîna Putîn-Erdogan de rewşa Idlibê jî hat gotûbêjkirin û tekez kir, “Divê ew rêkeftina bo derxistina terorîstan ji Idlibê hatiye kirin, bê cîbicîkirin. Nabe terorîstek jî li Idlibê bimîne.”