Erdogan ji parlamentê daxwaza destûreke bingehîn a nû kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329181-erdogan_ji_parlamentê_daxwaza_destûreke_bingehîn_a_nû_kir
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di civîna îro ya parlamenta welatê xwe de daxwaz ji parlamentê kir, ji bo sala 2023an destûreke bingehîn a nû amade bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2021 21:04 Asia/Tehran
  • Erdogan ji parlamentê daxwaza destûreke bingehîn a nû kir

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di civîna îro ya parlamenta welatê xwe de daxwaz ji parlamentê kir, ji bo sala 2023an destûreke bingehîn a nû amade bike.

Erdogan ragihand, eger parlament bikare bi lihevkirina hemû aliyan destûreke nû ya bingehîn amade bike, ew yek dê bibe xelata herî baş bo gelê Tirkiyê di sala 2023 de.

Erdogan got, “Eger gengaz be, destûrek nû ya ku dê bi lihevhatina meclîsa me bê amadekirin, dê bibe diyariya herî baş a 2023 an ku em dikarin bidin gelê xwe. Partiyên xwedî fraksyon li parlamentê divê pêşniyarên xwe yên destûrê bi raya giştî re parve bikin. Ez dixwazim ji niha ve spasiya her kesî bikim ku dê di pêş de piştgirî û hevkariya pêşniyara me ya destûrî bike.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha amaje bi Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê jî kir û îdia kir, ku wan ev pirsgirêk çareser kiriye û tiştek bi navê Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê nemaye.

Erdogan îdia kir: “Me pirsgirêka bi navê Pirsgirêka Kurd, ku ji hêla hemû beşan ve tê istismarkirin, di hemû rehendan de, ji maf û azadiyan heya geşepêdanê çareser kir.”

Di wan rojên dawî de û piştî daxuyaniyên berpirsên partiyên opozisyonê û bi tyabet jî yên CHPê, Pirsgirêka Kurd û rêbazên çareseriya wê bûye rojeva Tirkiyê.

Parlamenta Tirkiyê piştî 76 rojan bêhnvedanê îro Înê 1ê Cotmeha 2021ê dest bi kar kir û Erdogan jî di civînê de amade bû.