Qanûna Çarçoveyê piştî 18 saetan li Komîsyona Edaletê hat pejirandin
Pêşnûmeya bi navê Qanûna Xurtkirina Hevgrtina Neteweyî û Yekrêziya Civakî piştî 18 demjimêran gotûbêjên giran û aloziyên di navbera qanûndanêran de ji aliyê Komîteya Dadê ya parlimana Tirkiyeyê ve hate pejirandin.
Li gorî vê pêşnûmayê lêpirsîn, darizandin û darvekirinên têkildarî PKKê, dê bi şertê xwehilweşandina bi tevahî ya vê rêxistinê, radestkirina çekan û pejirandina Lijneya Ewlekariya Neteweyî ve girêdayî be. Biryar e ku di civîna giştî ya parlimanê de roja Duşemê, 10`ê Tebaxê, were nirxandin.
Xala giştî û bendên pêşniyara bi navê Qanûna Çarçove ku bi fermî ser navê Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekrêziya Civakî bo parlimanê hatiye raberkirin, binesaziya yasayî ji bo hilweşandin û bêçekkirina PKK`ê û vegera endamên wê rêk dixe. Rawestandina lêpirsîn, darizandin û bicîhanîna biryarên dadwerî jî tenê piştî ku dawî li hebûna pratîkî ya PKK`ê û komên pê ve girêdayî were pejirandin, pêkan e.
Anegorî naveroka ku di komîsyonê de hatiye pejirandin, destpêkê divê saziyên ewlehiyê yên Tirkiyê hilweşandina PKKê û radestkirina hemî çek, cebilxane û alavên di bin kontrola wê de lêkolîn bikin û piştrast bikin. Piştî vê yekê, divê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê biryarek bide ku vê rewşê piştrast bike û ev biryar divê di rojnameya fermî de were weşandin.
Ev qanûn sûcên wekî endametiya rêxistinekê, bi zanebûn alîkarîkirin, pêşvebirina rêxistinekê, sûcên ku di çarçoveya çalakiyên wê de hatine kirin û fînansekirinê digire ber xwe. Di çarçoveya cihanîna cezayan de jî, mehkûmên ku cezayê wan bi tevahî 15 sal an kêmtir e, dê cezayê pênc salan ê girtîgehê werbigirin û mehkûmên ku ji 15 salan zêdetir cezayê girtîgehê, cezayê hetahetayê, an jî cezayê hetahetayê yê girankirî hene, dê cezayê 10 salan ê girtîgehê werbigirin. Biryara rawestandina cîbicîkirina cezayê ji hêla dadwerê ku cezayên bicîh tîne ve tê dayîn.
Kesên ku di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de bi sûcê kuştina bi zanebûn hatine mehkûmkirin, dê ji qanûnê sûd wernegirin. Herwiha sûcên ku beriya 1`ê Hezîrana 2005`an hatine kirin û bi cezayê hebsa hetahetayî yan jî cezayê hebsa hetahetayî ya girankirî têne cezakirin jî ji bendên rawestandinê têne derxistin. Ev îstîsna rê li ber hejmarek girtî û endamên berê yên PKK`ê digirin ku ji qanûnê sûd werbigirin. Piştî pejirandina ji aliyê komîsyonê ve, divê Qanûna Çarçove ji aliyê civata giştî ya Parliamanê ve were lêkolînkirin û dengdan li ser were kirin. Tê payîn ku guhdarîkirinên giştî roja Duşemê, 10`ê Tebaxê, dest pê bikin, qonaxek ku dê çarenûsa dawî ya yek ji pêşniyarên qanûnî yên herî girîng û nakokbar ên têkildarî pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk diyar bike.