-
Li bakurê Sûriyê serbazekî Tirkiyê hat kuştin
Çirî 07, 2021 13:18Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekî welatê xwe li navça operasyona Mertalê Firat li bakurê Sûriyê ragihand.
-
Li parlamenta Tirkiyê sîstema ku Kurdî tê de nebû hat rakirin
Çirî 07, 2021 06:18Li parlamenta Tirkiyê Sîstema wergera rasterast ku ji bo parlamentaran hatibû danîn hat rakirin. Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş dibêje ji bo ku zimanê Kurdî li wê sîstemê neyê zêdekirin biryara rakirina wê sîstemê hatiye dayîn, lê Wekîlê Serokê Parlamenta Tirkiyê jî îdia dike vê biryarê peywendî bi zimanê Kurdî ve nîne.
-
Kêmbûna nirxê lîreya Tirkiyê û krîza debarê
Çirî 07, 2021 05:50Nirxê lîreya Tirkiyê li hember dolar daket asta herî nizm. Ev yek krîza debarê li Tirkiyê mezin dike.
-
Hevserokê HDP’ê: "Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?"
Çirî 06, 2021 11:24Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku HDP bi bawerî û hêza gel rêya xwe didomîne û got: "Belgeya helwesta me ya ji danezana Tirkiyeyê ye, ew nexşeya rêya demokrasiya xurt e."Sancar bersiva gotina "me pirsgirêka kurd çareser kiriye" ya Erdogan jî da û got: "Heke we pirsgirêkê çareser kiribe, çima her roj li bajarên kurdan panzêr zarokan diperçiqînin?"
-
Dewama binçavkirinan li Tirkiyê; li Farqîn a Amedê 5 kes hatin binçavkirin
Çirî 06, 2021 11:14Polîsan li navçeya Farqînê bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.
-
Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe vedike
Çirî 06, 2021 11:07Platforma Zimanê Kurdî bi armanca nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike civînek li dar xist. Şandeya ku hat Mêrdînê diyar kir ku heya zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê xebatên xwe bidomînin.
-
Li Tirkiyê 29 hezar û 802 kesên din bi Koronayê ketin
Çirî 06, 2021 07:06Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 228 kesan jiyana xwe ji dest da.
-
Dewama tetbîqata leşkerî ya hevpar a Tirkiye, Komara Azerbaycanê û Gurcitsanê
Çirî 06, 2021 05:49Tetbîqata leşkerî ya sêqolî ya Tirkiye, Komara Azerbaycanê û Gurcistanê li Tiflîsa paytexta Gurcistanê hema wisa didome.
-
Erdogan dîsa xwendekarên Bogaziçiyê yên nerazî wek terorîst bi nav kirin
Çirî 05, 2021 20:17Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan xwendekarên zanîngeha Bogaziçiyê ku serokê zanîngehê protesto kirin wek terorîst dan zanîn û got ew ne xwendekar in, terorîst in.
-
Erdogan bi du serkirdeyên sunnî yên Iraqî yên neyarên hev re hevdîtin kir
Çirî 05, 2021 10:52Serkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi cuda ligel du serkirdeyên sunnî yên Iraqê hevdîtin kir.