Sibat 04, 2026 17:01 Asia/Tehran
  • Berfê rêya zêde ji 200 gundî li herêmên kurdnişîn ên Tirkîyê daxist

Ji ber barîna berfê rêya 214 gundan li parêzgehên Wan, Culemêrg, Bitlîs, Erzrûm, Qers u Erdexanê hatin daxistin.

Li gorî daxûyanîya serşaredarîya Wanê, rêya 40 gundî li vê parêzgehê ji ber berf u seqemê hatîye girêdan u tîmên serşaredarîyê ji bo ramalîna berfê û vekirina rêyan ketine dewrê.

Li parêzgeha Culemêrgê jî berf u seqem bû sedem hatin u çûyîna welatîyan zehmet bibe u rêya 11 gundan hat daxistin. Li Bitlîsê rêya 8 gundan, li Qersê rêya 48 gundan, li parêzgeha Erzrûmê rêya 67 gundan û li Erdexanê jî rêya 38 gundan ji ber berf u seqemê hat daxistin.

 

Serepeyv