Çile 28, 2026 17:03 Asia/Tehran
  • CHP: Em dixwazin alîkarîya Kobanîyê bikin

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) ya Tirkîyê ragihand ku şaredarîyên vê partîyê amade ne ku alîkarîyê bigihînin Kobanîyê û xwest ku dewsa derbaskirina ji Helebê va, bila rasterast ji derîyê sînorî yê Murşidpinarê va alkarîyan bigihînin.

Ozgur Ozel Serokê CHP têkildarî rewşa herêmên kurdnişîn ên Sûrîyê ji ber sîyaseta hikûmetê jî rexne kir û got: Dema ku rê ji bo hin komên selefî xweş dikî u şar tên dorpêçkirin û ceryan tê birrînê û 5 zarok di encama sermayê da can didin û xelk pêrgî birsîbûnê dibe, dewsa ku alîkarîyan ji vira va bi kamyonan bişînin, rê nedin hegerên vê qeyranê.  

 

Serepeyv