Çile 27, 2026 20:32 Asia/Tehran
  • Erdogan: Nabe li Sûriyê dewlet di nava dewletê de hebe

Receb Teyib Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê ragehand ku li Sûriyê nabe dewlet di nava dewletê de hebe û hêzeke çekdar ya cuda hebe û tekez kir: Bang li birayên xwe yên kurd dikim nekevin nav lîstikên ku mebesta wan lihevxistina biratiya me ya hetahetayî û çêkirina fitne û duberekiyê di nav me de ye.

Receb Teyib Erdogan got ku pir keyfxweş in dibînim mafên bingehîn ên birayên me yên kurd li Sûriyê hatine garantîkirin. 

 Wî her wiha got: Tenê rêya rizgariyê, çareserkirina bêyî şîdet a pirsgirêkan e û bi curekê ku li gorî rihê vê rêkevtinê be. 

Eva di demekê de ye ku Receb Teyib Erdogan berê ragehandibû ku Sûriye piştî 8ê mehê ve yekem hewla xwe jibo rêkeftinê daye û di êrişên xwe de berheq in û dibêje ku kurdên Sûriyê birayên me ne û di rewşa herî dijwar de piştgirî dan birayên me li Kobaniyê. Her wiha HSD bi cihnehanîna rêkeftinê tometbar kir.

 

Serepeyv