Bagçelî: DEM Partî berpirsê yekem ê daxistina ala Tirkîyê ye
Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) got: DEM Partî derheq bûyera daxistina alaya Tirkîyê li Nisêbînê berpirsyar e û divê xwe yekalî bike ka digel serkirdeyê damezirîner ê PKK ye yan dijî wî ye?
Dewlet Bagçelî Serokê MHP di beşeke daxûyanîya xwe da got: Hewla alîgirên rêxistina cidatîxwaz bo vekirina derîyê sînorî yê daxsitî yê Nisêbînê û derbasbûna wan, digel êrişa ser alaya Tirkîyê, ajaweya herî giran bû ku heta roja îro qewimî.
Bagçelî derbara helwesta DEM Partîyê ya têkildarî meseleya kurdan û PKK da çend pirsan ji DEM Partîyê dike ku pêwîst e biryarê bidin: Ka digel serkirdeyê damezirîner ê PKK ye yan dijî wî ye? Gelo dê wek dûvika terorê bimîne yan xizmetê bo siberojeke bêyî teror bike? Gelo piştgirîyê dide bikarhanîna çek u şîdetê yan pabendê sîyaset u demokirasîyê dibe? Gelo yê handana birayên me yên kurd bi babetên bêbingeh bidomîne yan wek partîyeke tirkîyeyî be ku hemû gel bigire ber xwe?