Ciwan û jin li Tirkîyê bêhêvî ne, Xwesteka çûyîna welatekî din bijardeya sereke ye
Li gorî encamên rapirsiya Şirketa Lêkolînan a Metropollê, li Tirkiyê ji her du kesan pêdiviya yekî bi piştgiriya derûnî heye.
Rapirsî li gorî amarên dawiya sala 2025an hatiye amadekirin û rewşa "westiyana civakî" ya li Tirkiyê nîşan dide.
Rapirsî li 28 parêzgehên Tirkiyê bi beşdariya hezar û 103 kesan hatiye lidarxistin. Li gorî encaman, ji sedî 61ê civakê rûbirûyê westiyaneke zêde bûne.
Ji her du kesên ku beşdarî rapirsiyê bûne, yekî diyar kiriye ku sala 2025an pêdiviya wî bi piştgiriya derûnî hebûye.
Ji sedî 61ê beşdaran daye zanîn ku jiyana xwe ya rojane bi westiyaneke zêde ya hestyarî, zexta rojevê û dilgiraniya derheq siberojê derbas dikin.
Di nav ciwanan û çîna xwendekar de, rêjeya kesên ku dibêjin "eger derfet hebe, ez dixwazim li welatekî din bijîm, pirr zêde bûye.