Serokê CHP: Nabe rewşa Sûrîyê bandoreke nerênî li demajoya aştîyê ya Tirkîyê bike
Çile 13, 2026 18:04 Asia/Tehran
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê got: Nabe rewşa Sûrîyê bandoreke nerênî li demajoya aştîyê ya Tirkîyê bike u divê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan pêngava lezgîn were rakirin.
Ozgur Ozel Serokê CHP got: Em wek CHP pêgirîyê ser yekperçetî u istiqrarê li axa Sûrîyê dikin. Em pabendbûna bi Rêkvtinameya 10ê Adarê girîng dizanin û em dixwazin alîyên meseleyê bêyî pevçûn, dora masa muzakirê lihev bikin.
Serokê CHP ji Enqerê xwest ku rêya dîplomasîyê bigire ber xwe u destpêşxerîya çareserkirina bêyî şer u pevçûn û parastina sivîlan raber bike.
Ozel herwiha got: Nabe ev demajoya aştîya civakî were têkdanê. Pêwîst e ku Tirkîyeya Bêyî Teror u Demokirasî di dema herî zû da were pêkanîn.