Huseyîn Çelîk: Hûn bi Ehmed Şer re diaxivin lê Kurdan red dikin
Çile 10, 2026 19:20 Asia/Tehran
Huseyîn Çelîk ji damezirênerên AKPê û Wezîrê berê yê Perwerdeya Tirkiyê ye rexne li polîtîkaya hikûmeta AKPê ya li hemberî Kurdên Sûriyê girt.
Huseyîn Çelîk got Tirkiye bi kîjan hiş û wijdanî Kurdên Sûriyê wekî dijmin dibîne? Wî got: Gelo ev kîjan hişmendiya dîplomatîk e ku Ehmed Şerê ku ji terorîstbûnê bo serokatiya Sûriyeyê hat bilindkirin û tîma wî dikin mixetab lê bi pêşengên Kurdên Sûriyê re ti diyalogê danaynin?"
Huseyîn Çelîk got: Bi salan hikûmeta Tirkîyê dijminatî bi Kurdên bakurê Îraqê re jî kir. Wî got bi nêzîkatî û polîtîkayên îro yên li hemberî Kurdên Sûriyê, pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' bi keştiya xeyalan, nêçîrkirina xewnan wêdetir naçe.”