Çile 08, 2026 17:59 Asia/Tehran
  • Cezayê nû li Demîrtaş hat birîn: DEM Partiyê bertek nîşan da

DEM Partî ragihand ku cezayê girtîgehê yê li Selahattîn Demîrtaş hatiye birîn "li hemberî azadiya raderbirînê û siyaseta demokratîk mudaxeleyeke eşkere ya darazê ye."

DEM Partiyê bang kir ku di serî de Demîrtaş hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan.

Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, di doza ku bi tohmeta "heqareta li serokkomar" dihat darizandin de 1 sal û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat gotin, "Cezakirina kesên ku aştiya civakî, îradeya bihevrejiyanê û çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan diparêzin, bi awayekî eşkere nîşan dide ku bêhiqûqî û bêedaletî hatiye tercîhkirin."

Serepeyv