Çile 05, 2026 18:06 Asia/Tehran
  • Iflasa şirketan li Tirkîyê rekor derbas kir

Li gorî amarên fermî, dadgehên Tirkîyê di sala 2025ê da 247 hikmên iflaskirina şirketan derxistine ku anegorî sala buhurî, sedî 87 zêde bûye ku asta herî zêde ya tomarkirî di dîroka vî welatî da ye.

Hevgavê zêdebûna bêmînak a iflaskirina şirketan li Tirkîyê, sûdwergirtina şirketan ji Rêekvtinameya Konkordatumê ku demajoya jinûvekirina nijyara deyndarbûnê di bin çavdêrîya dadgehê anegorî qanûna ticareta Tirkîyê ye, jî gellekî zêde bûye, bi awayekî ku li Tirkîyê şirketên curbicur bi saya vê rêbaza hiqûqî bi piştgirîya Dezgeha Dadwerîyê û lihevkirina bi xwedîyên deynan ra, karê xwe didomînin.

Hejmara dosîyên di çarçova Konkordatumê di sala 2025ê da li Tirkîyê, sedî 63 zêde bûye ya hejmara wan rabûye 2 hezar u 827 dosîyeyî ku ji dema bicihanîna wê di sala 2018ê va heta nika hejmara hrî zêde ya tomarkirî ye.

Li gorî datayên Dezgeha ANAGê ku yek ji dezgehên herî bawerpêkirî yên lêkolîna di warê asta zamê da li Tirkîyê ye, asta zamê di meha Kanûnê da li vî welatî nêzî sedî 2.11 û asta bihabûna salane jî sedî 56.14 bû. 

Serepeyv