Çile 03, 2026 17:03 Asia/Tehran
  • Serokê CHP: Divê daxûyaniyên Tirkiyê têkildarî Sûrîyê avakar bin

Serokê CHP li ser "Peymana 10ê Adarê" ya di navbera birêvebiriya Şamê û HSDê de, tekez kir ku dabînkirina aştiya mayînde li Sûriyeyê ji bo aramiya Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka penaberan lazim e.

Ozgur Ozel got ku divê pêşiya pêvajoyê neyê girtin. Wî got: Nabe mirov bikeve wê mantiqê ku bibêje 'Dîrok tije bû, dem qediya, bila aştî nebe û şer hebe'.

Em difikirin ku divê rê li ber diplomasiyê were vekirin. Bêîstiqrariya li Sûriyê feydeyê nade ti kesî."

Ozel got: Divê Ereb, Kurd û Tirk li Sûriyê di nava aştiyê de bijîn. Rêya vê yekê jî destûreke e ku hemî sûrî xwe tê da bibînin. Divê dengên ku ser vê meselê ji Tirkiyê derdikevin di vê xalê de avakar bin."

Serepeyv