Hikûmeta Tirkiyê daxwaza betalkirina parêzbendiya parlemanî ya 22 nûnerên opozîsyonê kir
Hikûmeta Tirkiyê daxwaza betalkirina parêzbendiya parlemanê ya nûnerên opozîsyonê kir û gotiye ku divê ew ji ber tohmetên siyasî werin darizandin.
Hikûmeta Tirkiyê bi fermî ji parlemana vî welatî xwest ku parêzbendiya 22 parlamenterên opozîsyonê li parlemanê îbtal bike. Di nav parlamenterên ku hikûmetê daxwaza îbtalkirina parêzbendiya parlemanî kiriye de Tuncer Bakirhan û Tûlay Hatim Ogları, serokên DEM partiyê û 16 endamên din ên wê partiyê û çar parlamenterên CHP tên dîtin.
Hikûmeta Tirkiyê tekez kiriye ku parlamenterên hanê bi tometên siyasî hatine tawanbarkirin û ragihandiye ku 37 doz li dijî wan hatine vekirin. Di dewra niha ya perlamana Tirkiyê de 833 doz derbarê betalkirina parêzbendiya parlamenteran de ji serokê parlemanê re hatine şandin.