Zêdebûna hejmara kuştina jinan li Tirkiyê
Navenda lêkolînên meydanî (SAMER), di raporekê de ragehandiye ku di sala 2025an de li Tirkiyê, 420 jin hatine kuştin, 508 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Lêkolînên Meydanî (SAMER), li gorî çavkaniyên çapemeniyan di raporekê de ser navê Lêkolîna Şîdeta li dijî Jinan ji 1ê Çileya 2025an heta 31ê Kanûna 2025an ragihandiye ku di sala 2025an de li Tirkiyê herî kêm 420 jin hatine kuştin û 508 jin bi awayên gumanbar jiyana xwe ji dest dane û her wiha 662 jin rastî şîdeta fîzîkî hatine û 96 jin jî rastî gef û bêrêziyê hatine.
Di vê raporê de hatiye ragehandin ku sedî 60ê tawanbarên van bûyeran nehatine naskirin û her wiha hatiye gotin ku sedî 15ê van kuştinan li Stenbolê qewimîne û Stenbol di mijarên destavêtinê û îstifada xirab ji zarokan de di rêza yekem de cih digre.