Kanûn 31, 2025 17:05 Asia/Tehran
  • Desteserkirina 29 kesî bi tawana endametîya DAIŞê li Tirkîyê

Li parêzgeha Istenbolê ya Tirkiyê di encama operasyonekê de 29 kes bi tohmeta pêwendiya bi DAIŞê re hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku hinek ji wan kesan propagandaya êrişa li Yalovayê kiriye.Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Istenbolê, îro li dijî 29 navnîşanên cuda operasyoneke hevdem hat lidarxistin.Di encama operasyonan de, 28 kes bi tohmeta propagandaya êrişa DAIŞê ya li parêzgeha Yalovayê û kesek jî bi îdîaya ku karên rêxistinê bi rê ve dibirin, bi giştî 29 kes hatin desteserkirin.Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê jî duh ragihandibû ku di encama operasyona hevgav a li 21 parêzgehan de 357 kes bi heman tohmetê hatine desteserkirin.

Serepeyv