Kanûn 29, 2025 17:50 Asia/Tehran
  • Sê polîsên Tirkiyê ji hêla DAIŞê ve hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan derbarê kuştina sê polîsên Tirkiyê di encama pevçûna bi koma terorîst a DAIŞê re agahî dan.

Elî Yêrlîkaya, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragehand ku îro di encama operasyoneke ewlehiyê dijî endamên çekdar ên DAIŞê li herêma Yalûwayê li bakur ojavayê vî welatî, 3 polîs hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Li gortî ragehandina rayedarên Tirkiyê, di encama vê oprasyonê de 115 kesên gumnabarê têkiliya bi DAIŞê re û  plankirina êrişên terorîstî hatin girtin.

Medya Tirkiyê vê sibê derbarê  birîndarbûna 7 hêzên polîs  di encama pevçûna bi endamên DAIŞê re li bakur rojavay vî welatî agahî dan.

TRT ragehand ku heft polîsên Tirkiyê îro di encama pevçûna li herêma Yalûwa li bakur rojavay Tirkiyê bi mîlîtanên ku gumnabrê endametiya nav koma terorîstî ya DAIşê bûn birîndar bûn.

Medya serbixwe berê û di dema  gurrbûna çalakiyên DAIŞê li herêmê  hin rapor derheq  piştgiriya Tirkiyê ji terorîstên DAIŞê  weşandibûn.

Serepeyv