Kanûn 26, 2025 12:18 Asia/Tehran
  • Girtina serkirdeyekî DAIŞê li Tirkîyê

Li Tirkîyê serkirdeyekî DAIŞê berî pêkanîna operasyona terorîstî di şeva sersala zayînî da hat girtin.

Medyayên Tirkîyê ragihandin ku hêzên emnî yên vî welatî serkirdeyekî koma terorîst a DAIŞê li parêzgeha Meletîyê desteser kirin ku ji bo êrişeke hevgavê sersala nû ya zayînî amadekarî dikir. 

Rayedarên Dadwerîyê yên Tirkîyê jî duh ragihandin ku gellek planên koma terorîst a DAIŞê ji bo êrişên berfire li vî welatî pûç kirin u 115 gumanbarê endametîya di vê koma terorîst da girtin. 

Berî vîya jî hêzên polîs ên Tirkîyê di encama operasyoneke berfire u hevgav li 12 parêzgehên vî welatî da, 41 kes bi gumana têkilîya bi DAIŞê ra desteser kiribûn. 

Serepeyv