Kanûn 17, 2025 17:33 Asia/Tehran
  • Desteserkirina 90 endamên koma terorîst a Feto li Tirkîyê

Polîsên Tirkîyê 90 kes li gorî hikma dadwerîyê ya dozgerîyê li 39 parêzgehên vî welatî desteser kirin.

Elî Yerlikaya Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ragihand: Ew kesana bi tawana endametîya di koma Feto da, hewla ji bo rêkxistin u vejîyandina vê şebekeyê li dezgehên curbicur hatine desteserkirin. Li gorî gotina Yerlikaya, ew kesana di encama operasyona hevdem şeva buhurî li Istenbol, Enqere, Izmîr u çend şarên din hatine desteserkirin. Dewleta Tirkîyê Fetullah Gulen u tevgera wî bi rêkxistina darbeya di Tîrmeha sala 2016ê da tawanbar dike.

Serepeyv