Kanûn 11, 2025 19:36 Asia/Tehran
  • Berf u kurrofê parêzgehên kurdnişîn u rojhilata Tirkîyê da ber xwe

Li parêzgehên kurdnişîn u rojhilata Tirkîyê ji Wanê bigire heta Hekarîyê, bi dehan gund di nav befir u kurrofê da asê mane. Ji ber qerrisîna erd u cadeyan, hatin u çûyîn giran u tevlihev bûye.

Ji ber barîna berfeke giran u seqemê li parêzgehên Agirî, Erzîncan, Dêrsim, Qers, Wan, Hekarî û Mûşê erd u cade qerrisîne, cade zelzelokî bûne, çav çavan nabîne u di encamê da ajokar u gel tûşî gellek pirsgirêkan bûne. 

Li Wanê rêya 28 gundan u li Hekarîyê jî rêya 43 gundan u li parêzgehên din rêya gellek gund u bajêran hatîye daxistin. 

Serepeyv