DEM Partî: Salek derbas bû lê hikûmetê hîn jî ti pêngaveke yasayî neavêtiye
Kanûn 08, 2025 22:17 Asia/Tehran
Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan li xwe mikûr hat ku pêvajoa aşitiyê giran bi rê ve diçe û digel ku salek e bi ser pêvajoyê derbas bûye, hikûmeta Tirkiyeyê zemîna yasayî ya pêvajoyê ava nekiriye.
Berveka Dem Partiyê Ayşegûl Dogan got: Rast e, pêvajoa aşitiyê giran giran dimeşe. Ev rexnaeya me ye jî. Ev giranî fikar û gumanan zêdetir dike. Lê ew nayê wê wateyê ku em ji ber vê giraniyê bibêjin xetimandinek heye.
Wê got li benda çi ye ev pêvajo? Li benda yasayê ye. Her xalên ku hûn behs dikin; derheqê mafên Kurdan, derheqê mafê ziman de, derheqê qebûlkirina nasname, bîr, bawerî, nasname û zimanên cida ku li Tirkiyê dijîn, ev tiştên hane hemû girêdayî yasayî ne."