Mijdar 28, 2025 18:50 Asia/Tehran
  • Guller: Berdewambûna demajoya aştîyê li Tirkîyê maye ser jiçekirina kurdên Sûrîyê

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê raghiand ku domandina demajoya aştîyê ya nû li Tirkîyê tenê wêdemê pêkan e ku PKK u hêzên kurd li Sûrîyê dawî li çalakîyên bi çekan bînin u çekên xwe bêyî merc radest bikin.

Yaşar Guller biryara derketina tam a PKK ji Tirkîyê pêngaveke girîng zanî lê pêgirî kir ku ev biryara divê hemî çiqên wê jî bigire ber xwe. Guller got ku Tirkîye dê rê nede ku ti rêxistinek li herêmê çalak be. Guller herwiha got ku têkoşîna himber terorîsmê tenê sînorên Tirkîyê nagire ber xwe û bi rewşa Sûrîye u Iraqê va girêdayî ye. Wî pêgirî kir ku Tirkîye di çarçova parastina yekperçetîya axa Sûrîyê da, piştgirîyê dide jinûve avakirina vî welatî u vegera awareyan. 

Serepeyv