Qebûlkirina dosiya şaredarê girtî yê Stenbolê li dadgehê
Dadgeha Bilind a Cezayê ya Stenbolê têkildarî dosiya nasiyar bi Rêxistina cezayê ya hikûmî ya Îmamoglû qebûl kir.
Di vê dosiyê 407 tawanbar hene ku 143 tohmet dijî wan hatine hilêxistin. Ji wan avakirin û rêvebirina rêxistineke sûcan, istandina bertîlê û dayîna bertîlê , şûştina pereyan, sûcên têkildarî îhaleyan, kumdanîn dijî hikûmetê, weşandina agahiyên kesane, sûcên têkildarî jîngehê. Di vê dosiyê de , ji bo Ekrem Îmamoglû, şaredarê berê û girtî yê Stenbolê û berbijarê muhtemel ê hilbijartinên serokkomartiya Tirkiyê cezayê herî zêde 2 hezar û 352 sal zîndan hatiye birîn. Ji bo Îmamoglû berê di sala 2022an de ji ber bêrêziya li rayedaran 2 sal û 7 meh zîndan û qedexeya siyasî hatibû birîn ku hîn nehatiye dawîkirin. Îmamoglû di 19ê Adara 2025an de, digel zêdetirî 100 kesan, bi tohmetên gendelî, sextekirina belgeyên hikûmetê û sûcên din hat girtin û hîn jî di zîndanê de ye.