Mijdar 24, 2025 19:34 Asia/Tehran
  • Şanda Parlimana Tirkiyê li Îmraliyê bi Ebdulah Ocalan re hevdîtin pêk anî

Taximek ku ji nûnerên partiyên neyar û desthilatdarê Tirkiyê pêk hatibû, di kiryareke bêmînak de ji bo hevdîtina bi serokê hebsî yê PKK`ê re, çûn Girava Îmraliyê.

Sibeha îro hêlîkoptera hilgira endamên Komîsyona Aştî û Hevgirtina Netewî ya Parlimana Tirkiyê, ji Stenbolê ber bi Girava Îmraliyê ve çû. Ev taxim ji Gulistan Kiliç Koç Iyît ji DEM partiyê, Fetî Yildiz ji MHP`ê û Hisên Yayman ji AKP`ê pêk tê. Anegorî hevhatinên ku pêk hatine, hûrgiliyên gotûbêjên vê hevdîtinê ku li dora mijarên wekî jiçekirina PKK`ê, destpêşxeriyên aştiyê yên nû û amadekirina çarçoveyên yasayî ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkiyeyê dizivirin, wekî belgeyên nehênî û rêzebendîbûyî têne hesibandin û wê heta 10 salên bê neyên weşandin.

Serepeyv