Balafireke Tirkîyê jorda ket, 20 leşkerên vî welatî can dan
Mijdar 12, 2025 18:29 Asia/Tehran
Balafireke leşkerî ya Tirkîyê li Gurcistanê jorda ket u di encamê da 20 kesên tê da can dan.
Dewleta Tirkîyê ragihand ku baalfira barhilgir a C-130 ya cî welatî li Gurcistanê jorda ket u hemî 20 personelên leşkerî yên tê da ji wan kadroyên geştê li herêma Sîgnagîyê ku nêzîkî sînorê Azerbaycan u Gurcistanê ye, can dan.
Balafira C-130 bi giştî ji bo tranzîta leşkerî ya Tirkîyê û operasyonên din ên locestîk tê bikaranîn.
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê nav u wêneya kesên candayî weşand u sersaxî da malbata wan. Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî ji ber candayîna hejmareke leşkerên Tirkîyê di encama bûyera jordaketina balafira leşkerî ya vî welatî da sersaxî da dewlet u gelê Tirkîyê.