Xwepêşandana li ber xwaringeha xwarinên bilez a piştgirê Rejîma Siyonîst li Stenbolê
Mijdar 07, 2025 15:30 Asia/Tehran
Hejmarek welatiyên Tirkiyê li ber yek ji şaxên Bêrgêr Kingê ketin grevê û nerazîtiya xwe dane diyarkirin.
Welatiyên Tirkiyê bona protestokirina piştgiriya Bêrgêr Kingê ji Rejîma Siyonîst nerazîbûn nîşan dan. Bêrgêr King şîrketek navneteweyî ya mezin a amerîkî ye ku xwediyê zincîreyek xwaringehên xwarinên bilez e. Ev şîrket bi piştgiriya Rejîma Siyonîst tê nasîn û di serê lîsteya boykotkirinê li nav welatên piştgirê mafên filistîniyan de ye.