Kurtulmûş: Çek yê di demek nêz de werin bêdengkirin
Mijdar 04, 2025 15:16 Asia/Tehran
Serokê Parlemana Tirkiyê ragihand ku yê bi zûtî çek bên bêdengkirin û projeya aştiyê bighêje encamê.
Noman Kûrtûlmuûş bi tekeziya ser bidawîhatina terorîzmê û garantîkirina mafên Kurdan got ku armanca Tirkiyê avakirina Sedsala Biratiyê li rex pêşkeftina zanistî , çandî û navneteweyî ye. Kûrtûlmûş terorîzm wekî amûrê emperyalîzmê ji bo girtina pêşiya pêşketina Tirkiyê da zanîn û got ku Tirkiye dê vê carê ser keve. Wî behsa hewldanên Komîteya Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ji bo bidestxistina aştî û yekîtiyê kir û ser pêwîstiya wekhevî, azadî û edaleta civakî tekez kir.