Dîsan li meclisa Tirkîyê devujenî derket
Mijdar 01, 2025 16:19 Asia/Tehran
Serokê meclisa Tirkîyê wek berteka himber parlimanterekî Îyî Partîyê, endamên vê partyê bi xîyaneta li welêt tawanbar kir u terka civîna Komsyona Bûcê da.
Di civîna Komsyona Plan u Bûcê ya meclisa Tirkîyê ji bo hilkolandina pêşnîyarbûca vî welatî ya sala 2026ê da, di navbera Nu`man Kurtulmûşê Serokê meclisê û Erhan Usta Parlimanterê Îyî Partîyê da devujenîyeke tund derket. Usta bi pirsa ``gelo Kurtulmûş hejî PKK dike?`` bû sedema hêrsbûna tund a Serokê meclisê û Kurtulmûş jî ji ber helwestên bêtifaqîçêker ên Îyî Partîyê di çarçova Demajoya Aştîyê da, bi tundî rexne kir u ji civînê derket.
Kurtulmûş got ku ez ne hogirê PKK me û hejêkerê wê. Vê nimayişa sîyasî bi fêl u fendên wiha nedomînin.