PKK: Em hemî hêzên xwe ji Tirkîyê vedikişînin
Cotmeh 26, 2025 18:10 Asia/Tehran
Li gorî medyayên PKK, birêvebirîya vê tevgerê di çarçova pêşxistina demajoya aştî û civaka demokiratîk da, di qonaxa duyem da hemî hêzên xwe ji Tirkîyê vedikişîne.
PKK ragihand ku li gorî banga Ebdullaha Ocalan ya aştî u civaka demokiratîk ku di 27ê Sibatê da u li gorî biryarên Kongira 12an a PKK, em hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê ji cihên ku rîska pevçûnê çêdikin û rê li ber provokasyonên muhtemel vedikin, vedikişînin.
PKK herwiha ragihand ku di vê çarçoveyê de, divê Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKKyê wekî esas bê girtin û ji bo beşdarbûna di siyaseta demokratîk de, divê qanûnên pêwîst ên tevlibûna demokratîk û azadiyê demildest bên derxistin.