Cotmeh 24, 2025 15:48 Asia/Tehran
  • Dadgeha Enqerê derheq dosîya dijî Serokê CHPê da biryar da

Dadgeheke Enqerê dosîya ku ser navê gendelîyê dijî Ozgur Ozel Serokê CHPê ya Tirkîyê hatibû hilêxistin, ret kir.

Dadwerê dadgeheke Enqerê dosîya dijî Serokê CHP ret kir ku ew tê da bi kirrîna dengan di kongira CHP ya di Mijdara 2023yê da hatib tawanbarkirin. 

Kesên dijî Serokê CHPê doz vekiribûn, bi dû ibtalkirina encamên dengdana di kongira CHPê da bûn u digotin ku deng hatine kirrîn u sextekarî hatîye kirin; dengdaan ku di encamê da Kemal Kiliçdaroglu ku ji mêj va serokê vê partîyê bû, wêda çû û Ozgur Ozel hat dewsê. Heke idiaya dijî Ozel li dadgehê bihata selimandin, dikarî bibe sedema wêdadayîna Ozel ji serokatyîa vê partîyê. 

Serepeyv