Îdiaya Kûrtûlmûş li ser çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Tirkiyê bi hikûmetê re
Di halekî de ku hemû rojê pirsgirêkên Kurdên Tirkiyê bi siyasetên hikûmeta Tirkiyê re bi taybet di pêvajoya Aştiyê de zêde dibin, Numan Kûrtûlmûş, serokê Meclisa Tirkiyê, di merasimekê li Diyarbekrê de îdia kir ku di pêvajoya qaşo Tirkioyeya bêyî terorîsm de ku Kurd wê Projeya Aştiyê bi nav dikin, pirsgirêkên Kurdên li Tirkiyê çareser dibin û aştî û biratî li Tirkiyê sedest dibe.
Numan Kûrtûlmûş, serokê Meclisa Tirkiyê, bi pêgîriya li ser detpêbûna serdema bêyî terorîsm got: Vê carê dê aştî li Tirkiyê pêk were, aramî serdest bibe û biratî wê di welatê me de kok vede. Di halekî de ku di van rojan de nakokiyên di navbera Kurdên Tirkiyê û rayedarên Enqerê de li ser dewama hebûna leşkerên Tirkiyê li bakûrê Iraqê û herwiha navçeya Kurdnişîn a Sûriyê de girantir bûne, Kûrtûlmûş amajeyî du bajarên sînorî yên Nisêbîn a Tirkiyê û Qamişlo ya Sûriyê kir û got: Bêjine min çi cidatiyek di navbera xelkê Nisêbînê û xelkê Qamişloyê de heye? em hemû zarokên ax û coxrafiyeykî ne. Em hemû bira ne û ji malbatekî ne.