Cotmeh 12, 2025 19:10 Asia/Tehran
  • CHP: Çûyîna şanda komîsyona parlemanê bo Îmraliyê di rojevê de nebûye

Wekîlê Serokê Fraksiyona CHP`ê dibêje: Çûyîna endamên Komîyona parlemanê bo Îmraliyê û hevdîtina bi Ebdullah Ocalan, rêberê hewskirî yê PKK, qet di rojevê de nebûye. Ti rêkeftinek ser vê mijarê çênebûye.

Perwîn Bûldan, endama şanda DEM partiyê, Îniya buhurî ragehandibû ku biryar e pênc kesên komîsyona yekrêziya neteweyî, biratî û demokrasiyê ku jibo çareseriyê li parlemana Tirkiyê hatiye avakirin, seredana grava Îmraliyê bike û li gel Ebdullah Ocalan rêberê hewskirî yê PKK bicive.

 Axiftina Perwîn Bûldan rastî hin bertekan ve hat. Mirad Emîr, Wekîlê Serokê Fraksiyona CHP`ê ragehand ku li civînên komîsyon û di civînên berayî de bi sergêriya  Numan Kûrtûlmûş, serokê parlemanê, mijara çûyîn Îmralyê di rojevê de nebûye û ti rêketin li ser wê nehatiye kirin. Perwîn Bûldanê ragehandibû pênc partiyên siyasî li parlemanê komên wan heye  ji her yekê kesek diçe Îmraliyê. Lê derbarê partiyên ku  komên wan tine ti tişt zelal nîne. Bûldan her wiha gotibû ku  biryara çûyîna Numan Kûrtûşlmûş bo giravê di rojevê de nîne. Dewlet Baxçelî, serokê MHP`ê pêştir ragehadibû ku şandek li komîsyonê dikare here Îmralyê û peyamên Ocalan rasterast werbigre.

Serepeyv