AKP: Di destê me de pakêteke gelekî baş a siyasî heye
Berdevkê AKP ragihand ku di destê wan de pakêteke siyasî heye ku li ser gelekî baş hatiye xebitîn.
Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Birêvebiriya Navendî ya partiya xwe derbarê mijarên li rojevê daxuyanî da û got: ji bo em herî zû bigihin armancên xwe yên derbarê Tirkiyeyeke bêteror, divê hestiyariya herî zêde bê nîşandan.
Çelîk amaje bi pakêteke nû ya reforman a partiya xwe kir û got:"Di destê me de pakêteke siyasî ya ku gelekî baş li ser hatiye xebitîn heye. Armanca wê başkirina qadên cuda, derbaskirina astengiyên li pêşiya armancên sedsala Tirkiyeyê û nûjenkirina wan cihan e. wî got Em dê demên bê gavên yekem bixin rojeva xwe ya siyasî."
Berdevkê AK Partiyê ragihand ku peyama Erdogan a derbarê destûra nû ya bingehîn jî zelal e û got: "Ev deynekî hemû siyasetmedaran û hemû mirovên dewletê ye li hemberî nifşên paşerojê.
Vê daviyê nakokiyên navbera hikûmeta Tirka û aliyê kurd li vî welatî de zêde bûne û her yek gotinek cida li ser aûitiyê dibêje.