Operasyona berfireh li dijî komeke sextekariya belgeyan li 22 parêzgehên Tirkiyê
Bi fermana Dozgeriya Enqereyê, operasyoneke berfireh li dijî komeke sextekariya belgeyan li 22 parêzgehên Tirkiyê pêk hat.
Di vê operasyonê da ku berbanga Sêşemiyê, 7ê Cotmeha 2025an, hevdem li 22 parêzgehên Tirkiyê pêk hat, hêzên polîs û ewlehiyê yên vî welatî ji bo desteserkirina 125 gumanbarên derxistina neqanûnî ya Bawernameya Ajovaniyê û Bawernameya Perwerdehiyê bi wergirtina wajoyên elektronîkî ji rayedarên dewletê, ketin tevgerê.
Li gorî zanyariyên bidestxistî, heta niha 92 kes ji van gumanbaran hatine desteserkirin û radestî navendên dadweriyê hatine kirin.
Ofîsa lêkolînana sûcên sayberî ya Dozgeriya Giştî ya Enqereyê pêştir lêkolînek derbarê wajoyên elektronîkî yên sexte yên berhemhatî ji aliyê kompaniyên rêpêdayî ji bo derxistina wajoyên elektronîkî û belgeyên pênaseyên yên setxe yên têkildarî rayedarên dewletê dest pê kiriye û ji demek pêş niha va endamên vê komê dabûn ber şopandinê.