Daxûyaniya Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina bi Ocalan ra
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê hevdîtina herî dawî ya bi Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ocalan serokê hepsî yê PKKê ji bo çareseriya pirsgirêkan li Tirkiyê demokrasiya muzakereyê wekî rêbazeke bingehîn destnîşan kiriye û gotiye ku divê sedsala nû ya Komara Tirkiyê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê bê avakirin. Ocalan di vê hevdîtinê de gotiye Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku sala borî dest pê kir, li welêt şer û pevçûn rawestandiye û pêşî li gelek metirsiyên mezin girtiye. Bingeha vê rêbazê divê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê yên navxweyî û derveyî esas bê girtin.” Hewlên Tirkiyê jibo pêşdebirina pêvajoya aşitiyê bi hikûmeta vî welatî re di demekê de berdewam dikin ku Numan Kûrtûlmûş serokê parlemana Tirkiyê bi helwêstên xwe yên nû derheq pêvajoya aşitiyê şert û mercên nû xistin rojevê û beşek ji daxwzaiyên kurdan red kirin.