Têkbrina 144 veşartgehên PKK li 30 parêzgehên Tirkîyê
Îlon 27, 2025 18:10 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ragihand ku 144 tonel u veşartgehên PKK li 30 parêzgehên vî welatî hatin naskirin u têkbirin u hêzên emnî herwiha hejmareek zêde çek u rextên di wan de qeyd kirin.
Elî Yerlikaya got: Di çend mehên buhurî da 18 endamên komên terorîst xwe radest kirine. Wî pêgirî kir: Ev zincîre- operasyon bi beşdarîya Hêzên Taybet ên Candirme, Yekîneyên Komando û Hêzên nasyar bi Gundparêz û piştgirîya xwofirrên bambehavêj û helekopterên Atam li parêzgehên Adi Yaman, Agirî, Hekarî, Dîyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Dêrsim u Wanê hatine lidarxistin.